Nûçeyên Iraqê

Wezareta çekên kîmawî bo çavdêrîya xazên Sûrîyayê li ewlehîyê vedigere

Sazîya Kîmawî ya navdewletî roja Duşemê (26ê Mijdarê) got ke ew dixwaze li ewlehîyê vegere berî tehqîqekê derbarê êrîşke kîmawî ya angaştkirî de pêk bîne li bajarê Helebê yê li jêr destên rejîmê ye di heyama dawîya hefteyê de, AFP ragihand.

Şam bi awayekî fermî ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî (OPCW) xwest ku di êrîşa angaştkirî ya roja Şemîyê de tehqîqê bike, ku berpirsine Sûrî û komine hiqûqî got ev yek hişt xelk bi zor bihna wan were ber wan.

Herdu alî rejîma Sûrî û Rûsîya "komên terorêst" tawanbar kirin -- têgiheke ku Şamê bo çekdarên opozîsyonê û yên tundrew nîşan bide, bi kar tîne.

Êrîşa angaştkirî hişt Rûsîya êrîşine asmanî li ser herêma veqetîner pêk bîne li nêzî dawîn asêgeha opozîsyonê ya Idlibê.

"Sekretarîya OPCW rewşê dişopîne," birêveberê giştî yê OPCW Fernando Arias got, û bi wezareta ewlehîyê ya NY re têklidar bû "bo nirxandina rewşa ewlehî li ser erdê daku belkî Şandeya Lipeygerîna Rastîyan (FFM) bo Sûrîyayê bişînin."

Sekretarîya rêkarên tehqîqê yên taybet bi OPCW pêk tîne gava FFM a ku di sala 2014an de hatiye damezirandin, tehqîqê di hemû angaştên bikaranîna çekên kîmawî li Sûrîyayê bike.

Arias got ku "pisporên OPCW dê xebata xwe bi awayekî cihê berdewam bikin daku di hemû angaştên bikaranîna kîmawî weke çek li Sûrîyayê bikin."

Roja Duşemê Sûrîya "komên terorîst ên çekdar" bo êrîşkirina xazên jehrîn tawanbar kir ku wê got ev yek hişt dora 100 Sûrî bi zor bihna wan were ber wan.

"Tê payîn ku metiryala hatiye bikaranîn klor bû," Besam Sebax nûnerê mayînde yê OPCW yê bo Sûrîyayê got.

Rûsîya anî ziman ku bombebarankirin ji devereke herêma veqetîner hat a li jêr kontrola Tehrîr el-Şam e.

Hevbendîyeke opozîsyonê têklidarîya xwe bi vê yekê red kir, lê belê tu deng ne ji Tehrîr el-Şam ne jî ji Huras el- Dîn yên girêdayî Qaîydayê derbarê êrîşa Şemîyê de hat.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500