Nûçeyên Iraqê

Rusua û Çîn bi bin ketin di rawestandina desthilatên nû yên rêxistineke çekên kîmawî de

Rûsya û Çên bi binketin Sêşem (20ê Mijdarê) di rawestandina desthilatdarîyên rêxistineke qedexekirina çekên kîmawî de, ku ew rêxistin bi lêpirsîna têkildarî bikaranîna çekên kîmawî li Sûrîyayê erkdar e, AFP ragihand.

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî (OPCW) deng da li dijî hewldana Mosko û Bekînê ku berhengarîya biryara Hezîranê ku defet daye destteyê ku karibe ew kesên li dûn êrîşên kîmawî bi nav bike.

"Piranîyeke diyar li dijî hewldaneke ku dixwaze biryara Hezîranê ya dîrokî hilweşîne heye," balyozê Brîtanî bo OPCW Peter Wilson li ser Twîterê got ku dewletên endam roja Sêşemê (30 ji 82 wan) deng li dijî plana Rûsî û Çînî dan.

Dewletên endam bi awayekî nakokî di meha Hezîranê de biryar dan ku bihêlin OPCW bo yekem car lomê ji êrîşan bike. Berî vê, wê tenê karîbû teqez bike ku çekên kîmawî hatine bikaranîn, lê negot bê kî bi kar anîn.

Lê Mosko û Bekîn bi awayekî nakokî di kêlîka dawî de pêşinyarek kirin di civîna vê hefteyê de ku "komeke pisporan vekirî ji tevlîbûnê re" çêkin derbarê rola OPCW ya nû berî ew dest bi ti peygerînan bike.

Îran û Sûrîya di nav wan dewletan de ne, yên ku piştgirîya pêşinyara Rûsî û Çînî kirin.

Rejîma Sûrî red kir ku wê gaza jehrîn ûfaktorê damaran bi kar anîbe di gelek bûyeran de di van salên dawî de.

Welat dê di pişt re dengdaneke qutebir bikin eger ew dê budgeya OPCW ya sala 2019an bipejirînin -- gaveke ku Rûsya û Îran kirin da ku nerazîbûnê derbarê temwîlkirinê di budceya hêzên belavkirinê yên nû diyar bikin.

Bi awayekî normal budceya ajansê bê dengdan tê pejirandin.

POCW dibêje ew armanc dike ku tîmekê destpêka salê tê çêke, tîma ku karibe hemû êrîşên kîmawî li Sûrîyayê ji sala 2013an ve destnîşan bike.

Herwiha dê destûrê bidin ku ew çi êrîşên li ku derê hebin destnîşan bike, eger welatê bûyer lê biqewime vê yekê ji wan bixwaze.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500