Nûçeyên Iraqê

Avakirina komîteyeke hevbeş bo zûkirina vegera bêwarên Enbarê

Komîteyek hat avakirin bo zûkirina vegera bêwaran bo deverên wan ên rizgarbûyî li Enbarê, di demekê de ku xebatên paqijkirina paşmahîyên şer li ber qedandinê ne, ofîsa parêzgeha Enbarê Sêşemê (20ê Mijdarê) ragihand.

"Xebatên vegerandina xelkê bo warên wan li navçeyên azad berdewam in," Xelid Ebû Rîşa, berpirsê karûbarên bêwaran li parêzgehê wiha got.

Wî got ku komîteyeke hevbeş ji artêş, polîs û hikûmeta xwecihî û Wezareta Koçberî û Koçberwan hat pêkanîn bo berdestkirina vê armancê.

"Hêzên ewlekarîyê nêz dibin ji qedandina paqijkirina paşmahîyên şer û mayînan li bajarên ku 'Dewleta Îslamî' (DAIŞ) ew dagir kiribûn, bo vegerandin hemû bêwaran bo malên wan," wî wiha dîyar kir.

Wî daxuyand ku dê pirsên yasayî yên têkildarî malbatên endamê DAIŞê yên li kampên bêwaran werin nîqaşkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500