Nûçeyên Iraqê

NY hewla dawî ya pêkanîna komîteya dariştina makzagona Sûrîyayê dide

Şanderê NY bo Sûrîyayê roja Duşemê (19ê Mijdarê) amaje kir ku ew amade ye ku dest ji xebatên sazkirina komîteyekê bo dariştina makzagona paş-şer, berde eger tu lihevkirin heta dawîya Kanûna Yekem pêk newe, AFP ragihand.

Komîteya destûrî di konferansekê de li Rûsîyayê di Çileyê de rastî redkirina hikûmet Sûrî hat têkildarî qebûlkirina beşdarîkirina kesayetên oldar, nûnerê komên jinan û pisporên serbixwe.

Tewra karê xebata NY li Sûrîyayê ew e ku komîte dê bo danûstandinên derbarê destûra nû ya paş-şer de were erkdarkirin,û dê rê ji hilbijartinan re veke bi armanca girtina rûpelê şerê heft salî.

"Bo hewldanên pêkanîna komîteyeke destûrî, em di rojên dawî de ne," şander Stafan dî Mistura di komcivîneke encumena ewlehîyê de têkildarî alozîya Sûrîyayê got.

"Belkî ji me tê xwestin ku em têbigihin ku dibe sazkirina komîteyeke destûrî ya cihê bawerîyê û giştgîr ne pêkan be di vê qonaxê de," şander di rêya konferanseke vîdyoyî re ji Cinêvê ragihand.

Mistura hişyarî da "di rewşeke nebaş de weke vê rewşê, teqez ez dê amade bim ji encumenê re şirove bikim."

Dî Mistura, dîplomatekî Îtalî-Swêdî ye û ji Tîrmeha 2014an ve ew şanderê taybet ê NY ye, û biryar bû dawîya Mijdarê karê xwe li pişt xwe bihêle, lê wî qebûl kir ku meheke din jî bimîne bo rewşa komîteya makzagonê sazkar bike.

Şander got ku NY hîn jî hêvî dike ku vexwendinnameyan bo endamên komîteyên berî nîvê Kanûna Yekem bişîne û civîna pêşîn berî 31ê Kanûna Yekem bê girêdan.

Serokên Rûsya, Turkîya, Almanîya û Fransayê bang kirin ku komîte berî dawîya vê salê were pêkanîn.

Rûsya û Îran, ku piştevanîyeke serbazî ya girîng ji Serokê Sûrî Beşar Esed re dabîn dikin, û Turkîya, ya ku piştgirîya hinek komên çekdar dike, dê heftîya bê li paytexta Kazaxistanê, Astanayê bicivin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500