Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî operasyonekê li dijî DAIŞê pêk tînin li bîyabana di navbera Felûca û Samerayê de

Operasyoneke serbazî ya nû hat destpêkirin daku dora 70 kîlometran di navbera deverên bîyabanî û gundewarî yên Felûca û Samerayê de ji paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) paqij bikin, Fermandarîya Operasyonên Enbarê Pêncşemê (15ê Mijdarê) ragihand.

"Artêşê, bi biştgirîya yekîneyên ewlehîyê, dest bi operasyoneke serbazî kir ji bo rê li ber çalakîyên terorîst bigire û li veşartgehên DAIŞê bigere li biyabana di navbera Felûca û Samerayê de," fermandar lîwa Mehmûd Felahî ji Diyaruna re got.

"Hêzên Îraqî dixwazin ku DAIŞê ji çi derfetekê bêpar bikin û herwiha nehêlin endamên wê hebûneke mayînde li tu deverê çêbikin," Felahî got.

Felahî anî ziman ku "avêjereke rokêtan û veşartgeheke ku çek, xwarinên zuha, derman û belge dihindirandin, hatin desteserkirin di çend saetên destpêkê yên operasyonê de."

Wî got ku dest li ser tankereke mazotê hat danîn ku tê payîn ew ji bo veguhastina mazotê bo şanên DAIŞê dihat bikaranîn, û da zanîn jî ku heft kes hatin girtin û aniha lêpirsînbi wan re tê kirin.

"Demeke dîyar bo bidawîkirina operasyonê nehatiye destnîşankirin, operasyona ku aramc dike ku devera di navbera Felûca û Samerayê de ewle û parastî bimîne," wî ragihand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500