Nûçeyên Iraqê

Şanderê Amerîkî: Dibe ku nêzîk şerê li dijî DAIŞê yê li Sûrîyayê bi dawî bibe

Dîplomasîyekî Amerîkî yê paye bilind roja Çarşemê (14 Mijdarê) got ku îdara Trump hêvî dike şerê bi piştgirîya Amerîka li dijî "Dewleta Îslamî" li cihê wê yê dawî li bakur û rojhilatê Sûrîyayê di çend mehan de bi dawî bibe, el-Arabîyayê ragihand.

Lê hêzên Amerîkî dê bimînin da ku "têkçûna berdewam" a çekdarên DAIŞê misoger bikin, balyoz James Jeffrey, nûnerê taybet ê Amerîkî li Sûrîyayê wiha got.

Wî got ku Amerîka dibîne ku ji bo pêşketin li Sûrîyayê pêk bê divê DAIŞ were têkbirin, û careke din proseya siyasî bê çalakkirin û şerê navxweyî yê ku pir dirêj kiriye bi dawî bibe.

"Tiştê em dixwazin ew e ku em DAIŞê bi awayekî mayinde têk bibin, proseyeke siyasî ya nû ya cihgir li Sûrîyayê bi rêveberîya xelkên Sûrî û bi piştgirîya NY ava bikin û şer kêm bikin, di nav de derxistina hemû hêzên bi fermandarîya Îranê ji xaka Sûrîyayê," Jeffrey di konferanseke medyayî ya Wezareta Derve ya Amerîkî de ragihand.

Wî daxuyand ku Amerîka hêvî dike ku heta berî dawîya salê sazkirina komîteyekê bibîne, da ku ew li ser dariştina makzagoneke nû bo Sûrîyayê bixebite bi awayê ku serkirdeyên Rûsya, Almanya, Fransa û Tirkîyayê di civîna xwe de ya li Stenbolê li ser li hev kirin di meha Cotmehê de.

Wî got jî ku hêzên Amerîkî dê li cihên xwe bimînin piştî hêzên hevpeymanîyê bi ser bikevein li dijî yekîneyên serbazî yên DAIŞê da piştrast bin ku dê rêxistin xwe nû neke.

"Têkbirina berdewam nayê wateya binxistin û nehiştina yekîneyên serbazî yên teqlîdî yên DAIŞê yên ku xakê kontrolê dikin bi awayekî sade, lê belê tê wateya misogerkirina nevegerana DAIŞê bi şêweyê şanên razayî yan jî weke tevgereke dijber," Jeffrey got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500