Nûçeyên Iraqê

Pasevanîya sînor ya Îraqî rê li ber hewldaneke derbasbûna bi dizî ji xaka Sûrîyayê digire

Hêzên Pasevanîya Sînor û artêşa Îraqî hewldaneke derbasbûna bi dizî ji Sûrîyayê ve ji alîyê hinek çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) têk birin, peyvdarekî serbazî yê Îraqî Çarşemê (14ê Mijdarê) got.

Çekdaran sûd ji baranê û rewşa ku mirov nikarîbû ber xwe bibîne li ser sînor wergirtin da ku hewl bidin derbasî Îraqê bibin, peyvdarê Fermandarîya Operasyonên Enbarê eqîd Mihemed Dulêmî ji Diyaruna re got.

"Herî kêm 10 çekdarên DAIŞê hewl dan ku sînor derbas bikin û ber bi Qaimê ve werin, lê hêzên me bi wan re şer kirin û du ji wan kuştin û zor li yên mayî kirin ku ber bi Sûrîyayê ve vekişin," wî got.

Wî got ku di pişt re helîkopterên Îraqî ew li şerîtê sînorê Sûrîyayê armanc kirin û kemyoneke ku wan bi kar tanî rûxandin û gelek ji wan li ser sînor kuştin, û wî teqez kir ku "hêzên Îraqî dê amade bin ji çi hewldanên derbasbûna bi dizî re."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500