Nûçeyên Iraqê

Bêhtirî 400 penaberên îraqî ji Sûrîyayê vedigerin

Beşeke nû yên penaberên Îraqî ji kampa Holê ya penaberan li Sûrîyayê vegerîyan kampên li başûrê Mûsilê, Wezareta Koçberî û Penaberîyê Yekşemê (11ê Mijdarê) ragihand.

"Bi hevahengî ligel wezareta veguhastinê û Fermandarîya Operasyonên Nînewayê, wezareta koçberîyê 444 penaberên Îraqî pêşwazî kirin, ên di çaxa derbasbûna DAIŞê de bo parêzgehê di nîvê 2014an de ber bi Sûrîyayê ve revîyabûn," wezaretê di daxuyanîyekê de got.

Nûnerên wezaretê li ba dergehê Fawê yê li Sinûnî li navçeya Şengalê ya li Nînewayê pêşwazîya kesên vegeryayî kirin.

Daxuyanîyê anî ziman ku ew li kampa Hemam Elîlê li başûrê Nînewayê hatin bicihkirin, û da zanîn jî ku "wezaretê heşt bas bo veguhastina kesên vegerîyayî bo kampa Hemam Elîlê şandin û herwiha xwarin li wan belav kir."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500