Nûçeyên Iraqê

3 çekdarên DAIŞê di pevçûnan de bi hêzên ewlekarîyê re li Diyalayê tên kuştin

Sê çekdar hatin kuştin û polîsek birîndar bû di pevçûnên di navbera hêzên elwekarîya Îraqî û endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de li başûr-rojhilatê Baqûbayê, Fermandarîya Operasyonên Diyalayê Çarşemê (7ê Mijdarê) ragihand.

"Hêzeke hevbeş a Fermandarîya Opersyonên Diyalayê operasyoneke lêgerînê encam da li çendîn deverên dikevin di navçeya berpirsyarîya wan de, di nav de gundê Eyûn, li başûr-rojhilatê Baqûbayê ," peyvdarê fermandarîyê, emîd Yehya Resû di daxuyanîyekê de ragihand.

Resûl got ku hêz bi endamên DAIŞê re yên ku xwe li gund diveşartin kete pevçûnê de û sê kes ji wan kuştin.

Wî got ku "polîsek di pevçûnan de birîndar bûye bo tîmarkirinê bo nexweşgehê hatiye veguhestin," û da zanîn ku "dest li ser çek û teqemenîyên di dest teorîstan de hatin dîtin hat danîn".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500