Nûçeyên Iraqê

DAIŞ derdê xesarên giran li alîyê Dêra Zorê dikişîne

Herî kêm 45 çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatin kuştin li derdora devera wan ya dawî li Sûrîyayê tevî ku êrîşên Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) hatine rawestandin, AFP Çarşemê (7ê Mijdarê) ragihand.

QSD rawestnadina êrîşan li Dêra Zorê hefteya bûrî îlan kir, lê pêlên êrîşên asmanî yên hevpeymanîyê 28 tundrew kuştine ji Duşemê ve, di nav de di êrîşa DAIŞê ya têkçûyî de roja Sêşemê li ser zevîyên neftê li alîyê bakur, Rewangeha Sûrî bo Mafên mirov got.

Rewangehê got ku QSD 17 çekdarên din ên DAIŞê kuştin dema wan berevanîya baregeha xwe dikir li gundê Behrayê dervey erdê li jêr kontrol DAIŞê roja Duşemê.

Peyvdarê QSDê Kîno Gabryêl teqez kir ku rawestandina operesyonên êrîşî nayê wateya ku şervanên QSDê dê xwe neparêzin.

QSDê êrîş girte ser DAIŞê derdora bajarokê Hecînê yê newala Feratê di 10ê Îlonê de. Lê piştî wê pêşketineke hêdî çêkir, hevbendîya Erebî-Kurdî derdê şkestinekê kişand meha bûrî dema ku DAIŞê sûd ji bahoza qûmî wergirt û zincîrek ji êrîşên dijber cîbicî kirin.

Devera Hecînê bermahîya girîng ya dawî ye ya "xîlafeta" ku DAIŞê di 2014an de îlan kir li rûbereke mezin li Sûrîyayê û cîranê wê Îraqê.

Yên mayî hemû di êrîşan de têk çûn ji ber hevbendîyên piralî li her du alîyên sînor.

Li derveyî devera Hecînê, operasyonên rêxistinê tenê li ser şanên razayî û li veşartgehan li deverên biyabanî yê bêniştecih û deverên çîyayî ne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500