Nûçeyên Iraqê

6 kes di çend teqînan de li Bexdayê tên kuştin

Teqîn li gelek taxên paytexta Îraqê derengîya roja Yekşemê (4ê Mijdarê) qewimîn û şeş kes hatin kuştin, piranîya wan sivîl bûn, û gelek kes jî birîndar bûn, polîs û çavkanîyên bijîşkî ragihandin.

Li bakurê Bexdayê li devera Edinê, du sivîl hatin kuştin û şeş kes birîndar bûn di teqenînekê de li nêzî rawestgeha basan, çavkanîyan wiha ji AFP re ragihand.

Bombeyekê li nêzî taxa Termîyayê karwaneke serbazî armanc kir, di encamê de leşkerek hat kuştin û du kesên din birîndar bûn.

Karmendekî hikumetê li li başûr-rojavayê devera Sehayê hat kuştin gava teqemenî li jêr otombêla wî hatin teqandin, li gorî berpirsekî polîsê û çavkanîyeke bijîşkî.

Li navçeya rojhilatî ya Bajarê Sedrê, du kes hatin kuştin û çar kes birîndar bûn di du teqînan de li taxa Şîya ya rarêzdar.

Û du teqînên din di basan de li beşên din li bakur-rojhilatê Bexdayê rû dan, di encamê de heft kes birîndar bûn.

Tu alîyan hîn xwe nekirine berpirsyarên van teqînan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500