Nûçeyên Iraqê

Opozîsyon û tundrew li herêma veqetîner li Sûrîyayê şer dikin

Pevçûnine dijwar di navbera çekdarên opozîsyonê û tundrewan de rû dan li herêma veqetîner a plankirî li dor herêma Idliba Sûrîyayê ya ku li jêr rêkeftina Rûsî-Turkî ye, AFP Sêşemê (30ê Cotmehê) ragihand.

"Şerê dijwar ji roja Duşemê de berdewam dike, û 13 kes di 24 saetan de hatin kuştin," Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Heft kesên kuştî ji Tehrîr el-Şam in, hevbendîya ku çekdarên Qayîdayê yên berî serperiştîya wê dikin, û piranîya Idlibê li jêr destên wê ye, rewangehê ragihand.

Rewangehê anî ziman jî ku şerê dawîn ê tundrewan li dijî hevbendîya opozîsyonê ya Turkîya piştevanîya wê dike di beşeke herêma "bêçek" de pêk dihat li parêzgeha Helebê.

Serokê rewangehê Ramî Ebdul Rehman got ku tundrew "pêşveçûnek" bi dest dixistin.

Pevçûnine nûbûyî li herêmê çêdibin tundrew, komên opozîsyonê û hêzên rejîmê tê de beşdar in ji çaxa ku Mosko û Enqerayê rêkeftina têkildarî Idlibê erê kirin.

Lê belê xuya dike ku herdu hêzên serperştyar dixwazin rêkeftina herêma veqetîner bi ser bikeve ji ber ku çavên wan li danûstandinan ye, daku ew şerê li Sûrîyayê yê heft salan dom kiriye, bi dawî bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500