Nûçeyên Iraqê

Serokê NY şanderekî nû bo Sûrîyayê destnîşan dike

Sekreterê Giştî yê NY Antonyo Guteres dîplomatekî Norwejî weke şanderê taybet yê NY bo Sûrîyayê destnîşan kir, AFP Çarşemê (31ê Cotmehê) ragihand.

Di nameyekê de ku Çarşemê gihiştiye AFP, Guteres ji Encumena Ewlekarîyê ya NY re gotiye ku ew hêvî dike ew kar bi Geir O Pedersen bê spartin.

Pedersen diplomatkarekî xwedan ezmûn e, ew sala 1993 endamê tîma Norwejî bû ya gotûbêjên raz û sirî dikirin û bûn encamê rêkeftina Oslo di navbera Îsraîl û Felestînîyan de.

Wî gelek post û pile li herêmê wergirtine, di nav de şanderê taybet ê NY bo başûrê Lubnanê di sala 2005an de û pişt re kordînatorê taybet bo Lubnanê ji 2007an bo 2008an.

Pedersen herwiha çend salan weke nûnerê Norwojê li bal Desthilatdarîya Felestînî xebitiye. Ew aniha balyozê Norwêjî li Çînê ye û berî aniha şanderê welatê xwe bo NY bû.

Têkildarî standina vê biryarê, Guterres ragihand ku wî ser asteke berfireh şêwirên xwe kirine.

"Pedersen dê piştgirîya alîyên Sûrî bike di hêsankirina gihiştin bi çareserîyeke siyasî ku hêvîyên demokratîk yên gelê Sûrîyê pêk bîne," wî got.

Wî herwiha sipasîya Stafan de Mistura, şanderê aniha, kir "ji ber xebata wî ya zêdetir ji çar salan di xizmeta misogerkirina aştîyê li Sûrîyayê".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500