Nûçeyên Iraqê

Xaça Sor dibêje wêranîyeke 'bêhampa' li Xûtaya Sûrîyayê heye

Wêranîya li Xûtaya Rojhilatî ya Sûrîyayê pir dijwar e û alîkarîyeke mirovî ya mezin pêwîst e, berpirsekî bilind ê Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor Înê (26ê Cotmehê) ragihand.

Paş serdana asêgeha berê ya opozîsyonê li derveyî Şamê, birêveberê operasyonên Xaça Sor Dominik Stilhart got ku hîna jî nîşanên wêranîyê dîyar in, tevî derbasbûna şeş mehan li ser bidawîhatina şer û pevçûnan, li gorî AFP.

"Ez ji ber asta wêranîya ku me li Xûtaya Rojhilatî dît behitîm," wî got. "Min wêranîya di vê astê de tu carî nedîtiye."

Paş kontrolkirina navçeya girîng ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), rejîma Sûrîyayê çavên xwe berdan vegeradina serwerîya xwe li ser Xûtaya Rojhilatî di destpêka vê salê de, û êrîşeke berfireh dest pê kir bi piştevanîya Rûsyayê.

Zêdetir ji 1,700 sivîlan hatin kuştin, û bi dehan hezar kes yek li pey yekî din malên xwe li bajarokên navçeyên li pişt xwe hiştin û derbider bûn.

Xelk hewl dide vegere deverê lê belê nebûna jêrxaneyê, tirsa ji girtinê û xeterîya ji ber cebelxaneyên neteqyayî rê li ber vegera bi kom digirin.

"Li hinek deverên Xûtaya Rojhilatî mîna Herestayê, ya ku me seredana wê kir, zêdetirî 90% ji jêrxaneyê bi temamî wêran bûye," Stilhart got. "Bi rastî asta wêranîyê, cihê daxeke mezin e."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500