Nûçeyên Iraqê

Parlemana Îraqî 14 wezîran bo hikumeta nû dipejirîne

Parlemana Îraqî 14 wezîr bo hikumeta nû perjirandin Pêncşemê (25ê Cotmehê), ku ji hêla serokwezîrê detnîşankirî ve Adil Ebdul Mehdî hatin pêşinyarkirin, tevî mayîna wezaretên sereke mîna ya berevanîyê û ya karûbarên hundir bê wezîr, berpirsekî ragihand.

Dora 220 parlementeran ji eslê 329 kesên ku meha Gulanê hatin hilbijartin bo parlemaneke pir dabeşkirî, 14 bijarteyên Ebdul Mehdî pejirandin, di nav de bijarteyên wezaretên karûbarên derve, wezaretên darayî û yên neftê, AFP ragihand.

Di nav van kesên ku erê kirine de roja Pêncşemê, Samir Ebas Xediban di wezareta neftê ya girîng de -- çavkanîya dahatî ya Îraqî ya bi tenê. Wî berê di wezaretê de kar dikir di 2004 û 2005an de.

Di kursîyê darayî de Fûad Husên e, yê ku xwedî têkilîne xurt e li herêma Kurdistanê.

Ji bo karûbarên derve, Ebdul Mihdî Mihemed Elî Hekîm hat pêşinyarkirin, ku ew balyozekî berê yê NY bû, û bo kehrebê Lûey Xetîb hat pêşinyarkirin, ku ew lêkolînerekî rêzdar e di warê enerjîyê de.

Parleman dê 6ê Mijdarê de bicive daku biryarekê derbarê wezaretên mayî de bistînin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500