Nûçeyên Iraqê

Japan serbestberdana rojnamevanekî girtî li Sûrîyayê teqez dike

Hikumeta Japanî roja Çarşemê (24ê Cotmehê) teqez kir ku rojnamevanekî li Sûrîyayê hatibû revandin berî sê salan serbest hat berdan û ew li Turkîyayê ye, AFP ragihand.

"Em ji saxlemîya Jumpî Yasûda piştrast bûn, ew ji 2015an ve li Sûrîyayê girtîbû," Wezîrê Derve Taro Kono got. "Xuya dike tenduristîya wî baş e... Em pir bextyar in ku ew sax e."

Berpirsên balyozgehê serlêdana rojnamevanê 44 salî yê serbixwe kirin li navendeke penaberîyê li Antakîyaya Turkîyayê, û tê payîn ku nêzîk vegere Japanê, piştî sazkirina taqîkirinên tenduristî.

Yasûda li bakurê Sûrîyayê hatibû girtin, ji hêla Enîya Nesrayê ya berê ve, ku aniha beşeke ji hevbendîya Tehrîr el-Şam.

Tehrîr el-Şam têkildarîya xwe di mijarê de di daxuyanîyekê de roja Sêşemê red kir.

Di meha Tebaxê de, vîdyoyin belav bûn ku Yasûda û welatîyekî Îtalî, bi navê Elîsandiro Sandirînî, di wan de dîyar dibûn, û wan banga serbestberdana xwe dikir.

Herdu zilam cilên pirteqalî li xwe dikirin û bi kesine çekdar û serçavgirtî re bûn, ku li paş wan disekinîn. Ew vîdyo destnîşan nekirin ku kîjan rêxistin ew zilam girtine û tu daxwazên destnîşankirî nedihundirandin.

Di 2015an de, endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Sûrîyayê serê Japanîyê bi navê Kenjî Goto û hevalê wî Haruna Yukawa jê kirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500