Nûçeyên Iraqê

150 malbatên Êzîdî vedigerin malên xwe li rojavayê Mûsilê

Dora 150 malbatên Êzîdî vegerîyan gundê Cêzîrayê li Beacê, li rojavayê Mûsilê, ji kampeke koçberan li Mexmûrê, ya ser bi Mûsilê ve, Wezareta Koçberî û Koçberan Çarşemê (24ê Cotmehê) got.

Wezaretê got ku malbat vegerîyan malên xwe piştî ku hêzên ewlekarîyê gund parastin û hemû paşmahîyên teqemenîyên şer paqij kirin, û piştî vegerandina xizmetguzarîyên giştî, di nav de kehrebe û av.

"Hêzên ewlekarîyê 150 malbat bi awayekî ewle, ku bi giştî 980 kes in, vegerandin malên wan li Cezîrayê," şêwirmendê wezaretê li parêzgeha Nînewayê, Wail Eydanî, wisa ji Diyaruna re ragihand.

"Ev yek piştî du heftîyan ji birina 200 malbatên din bo heman gundî hat, piştî ku hemû paşmahîyên şer hatin rakirin û xizmetguzarî hatin vegerandin," wî anî ziman.

Eydanî ragihand ku xebatt didomin bo ji nû ve bajarokên ku li jêr serwerîya "Dewleta Îsalmî" (DAIŞ) hatine wêrankirin, ava bibin, û herwiha daku kesên aware ji kampên li rojhilat û bakurê Mûsilê vegerin warên xwe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500