Nûçeyên Iraqê

6 kes hatin kuştin, 30 birîndar bûn di teqîna otombîleke bombrêjkirî de li başûrê Mûsilê

Herî kêm şeş kes hatin kuştin, du ji wan leşker in, û 30 kesên din birîndar bûn di êrîşeke bi otomîleke bombrêjkirî de li Geyarayê, li başûrê Mûsilê, berpirsine polisê Îraqî û yên tenduristîyê Sêşemê (23ê Cotmehê) ragihandin.

Wan got ku dibe hejmara kuştîyan bilind bibe çimkî hinek birîndar rewşa wan ne seqamgîr e.

Otombîl, ya bombrêjkirî, li nêzî xwaringehekê û li devereke tijî xelk rawestîyayî bû.

"Lêpirsînên seretayî dibêjin ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li pey vê yekê ye," Wezareta Karê Hundir a Îraqî di daxuyanîyekê de ragihand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500