Nûçeyên Iraqê

900 çekdarên biyanî yên DAIŞê di zindanên hêzên Kurdî de ne

Hêzên Kurdî yên ku şerê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dikin li Sûrîyayê, bi piştevanîya hevpeymanîya navdewletî, ragihandin ku dora 900 çekdarên biyanî yên rêxistinê ji 44 dewletan di zindanên wan de ne, AFP Duşemê (22ê Cotmehê) ragihand.

Li gorî berpirsê karûbarên derve yê Kurdî Ebdul Kerîm Omer, herwiha 550 jin û dora 1,200 zarok ji malbatên endamên DAIŞê di destê Kurdên Sûrîyayê de ne.

Carê çekdar di zindanan de dimînin, lê jin û zarok bo kampên cihê tên veguhestin.

Omer got ku piranîya kesên girtî bê nasname ne.

"Hinek jin xwedî çar zarok in, her yek ji bavekî ye û her bavek jî ji dewletekê ye," wî got.

Desthilatên Kurdî li bakur-rojhilatê Sûrîyayê her û her dibêjen ku ew dê tu çekdarên biyanî mehkeme nekin.

Omer anî ziman "em çeteyên DAIŞê yên xwecihî dadgeh dikin, lê belê em dê yên bîyanî dadgeh nekin."

"Gelek ji wan hene. Em nikarin bi tena xwe vî barê giran hilgirin," wî got.

Omer got ku Kurdan hewl dida "zextê li civaka navdewletî û dewletên ku welatîyên wan li herêma me ne bikin."

"Em bi hemû awayî hewl didin ku ew dewlet welatîyên xwe vegerînin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500