Nûçeyên Iraqê

8 bergumanên bi terorê tên girtin li Bexdayê

Operasyoneke ewlehî ya berfireh li Bexdayê bû encama girtina komek ji kesên xwestî yên tê gumankirin ku ew endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), Wezareta Hundir a Îraqî Duşemê (22yê Cotmehê) ragihand.

"Hêzên hevbeş heşt kesên xwestî girtin, ji ber gunehên têkildarî terorê di operasyoneke berfireh de bi dirêjahîya sê rojan li çendîn deverên Bexdayê, di nav de Ebû Xrêb, Sidiya Û Tarmiyayê," peyvdarê wezaretê, lîwa Saed Maen ji Diyaruna re ragihand.

"Hemû operasyonên terorî yê ku van girtîyan rol di wan de gerandiya ji bo berjewendîya DAIŞê bûn," wî got, û da zanîn ku dest li ser çek, teqemenî û hebên hişbir hat danîn.

"Sê ji girtîyan navê wan di lîsteya endamên tirsinak de heye," Maen eşkere kir, û teqez kir ku hevahengîya xelkê roleke pir girîng digerîne di hinek ji van girtinan de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500