Nûçeyên Iraqê

Serokê Karûbarên Mirovî yên NY bo Sûrîyayê dest ji karê xwe berdide

Piştî rojekî ji ragihandina şanderê NY bo Sûrîyayê ji istîfakirina xwe re, serokê karûbarên mirovî li welatê ku şer ew ji hev xistiye Pêncşemê (18ê Cotmehê) got ku ew dê meha bê dest ji kar berde meha bê, AFP ragihand.

"Ez jî di dawîya meha Mijdarê de dê rûnim," Can Egeland wiha ji rojnamevanan re got li Cinêfê.

Gotinên wî piştî ragihandina şanderê NY bo Sûrîyayê, Stefan de Mistura, hatin roja Çarşemê yên ku got ew dê xwe ji kar bide alî bi dawîyê meha bê re piştî bêhtirî çar salan ji xizmetê.

Diplomasîyê Îtalî-Swêdî, ku şanderê sêyem ê NY ye di nava şeş salan de, got ku ew ji ber "sedemine tam kesayetî," xwe vedikişîne, ku malbata wî gerekdarî "hinek miqatebûnê" ye piştî demeke dirêj ji karê giran.

Egeland roja Sêşemê teqez kir ku dema girêbesta wî meha borî hat nûkirin wî bi rastî biryar da di dawîya Mijdarê de xwe bide alî, û dîyar kir ku bi tenê "pêrgîbûn" e ku ew û de Mistura di heman demê de dest ji kar berdin.

Wî got ku hersê salên kar "pir dijwar" bûn, bi taybetî ku karekî wî yê bi dewameke tekûz heye weke serokê Encumena Penaberan a Nerwêcî.

Herdu zilam dest ji kar berdidin di demekê de ku xebatên NY yên bo bidawîkirina şerê heft-salî xetimîne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500