Nûçeyên Iraqê

Serleşkerê Amerîkî: Çekdarên biyanî hîna tevlî DAIŞê dibin li Sûrîyayê, lê bi hejmarên kêmtir

Çekdarên biyan hîna tên Sûrîyayê bo tevlîbûyîna di rêzên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de, lê bi rêjeyeke kêmtir,Serokê Desteya Serleşkerîya Amerîkayê, General Josêf Dunford Sêşemê (16ê Cotmehê) ragihand.

Wî got ku her meh 100 çekdar digihin, û berî salan carê her meh 1,500 çekdar digihan, AFP ragihand.

Dundford got ku ev yek karîna DAIŞê ya vekişandina şopîneran hîna bi hêz e.

"Karîna herikîna çekdarên biyanî, karîna tevgerandina samanan û îdyolojîya ku dihêle ku ev rêxistin çalak bimîne," Dunford di gotarekê de di vekirina konferanseke têkildarî rûbirûbûna tundîya tundrewan de ragiand.

Dundford got ku ev hatin kêşeya çawatîya radestkirina bi sedên çekdarên biyanî yên ku welatên wan nerazî ne ew vegerin girantir û dijwartir dikin.

Dundford got ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) zêdetir ji 700 çekdarên DAIŞê ji 40 welatan li ba xwe girtî dihêle.

"Pêşketin di vegerandina van çekdaran bo welatên wan bo dadgehkirinê ji ber sedemên siyasî û yasayên neguncan hatiye derengxistin," wî got.

Dunford got ku eger bi awayekî durist em nêzîkatîyê bi çekdarên biyanî yên girtî re nekin, dê pir zehmet be em dawî li îdyolojîya DAIŞê bîn.

Wî got ku faktorekî girîng heye ew jî ev e "çawa em dê çekdarên biyanî nas bikin û li wan bigerin û wan destnîşan bikin û wan dîsan tevlî civakê bikin".

"Divê em rêyekê bibînin bo vê berhengarîyê û rê li ber vegera girtîyan bigirin, ji ber ew serokên yên rêxistinên tundrew ên pêşerojê," Dunford got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500