Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî şaneke DAIŞê li rojhilatê Mûsilê têk dibin

Hêzên Îraqî çar endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) girtin li rojhilatê Mûsilê, di nav de kesekî ku di ofîsa samanan de kar dikir, Wezareta Hundir Duşemê (15ê Cotmehê) ragihand.

Agahîne hewalgirî û çavdêrîya berdewam hiştin ku çar endamên DAIŞê bên girtin ku şanek saz kiribûn, peyvdarê wezaretê lîwa Saed Maen got.

Maen anî ziman ku girtîyek di "ofîsa samanan" ya DAIŞê de kar dikir, da zanîn jî ku erkê wî yê sereke ew bû ku lîsteyên navên xebatkarên ewlekarîyê û malbatên ku ji Mûsilê revîyane amade bike û xanîyên wan desteser bike daku radestî endamên DAIŞê bike gava ew bajêr kontrol bikin.

"Girtîyekî din jî di ofîsa zekatê de kar dikir, lê herdu girtîyên din di "ofîsa leşkeran" de çekdar bûn û beşdarî şerên li dijî hêzên me yên ewlekarîyê bûn şerên rizgarkirinê yên li Mûsilê," wî got.

Maen anî ziman ku "ew li taxa Edinê hatin girtin li rojhilatê Mûsilê."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500