Nûçeyên Iraqê

Rûsya dibêje ku herêma veqetîner li Sûrîyayê bi pêş dikeve tevî ku dema destnîşankirî qediyaye

Piştî rojekê ku rêxistinên tundrû bi heyan destnîşankirî pêbend nebûn,heyama bo rêkeftina danîna çekan li parêzgeha Idliba Sûrîyayê, Rûsîya got ku rêkeftin hîn berdewam e, AFP ragihand.

Rêkeftin, a ku di nav Turkîya û Rûsîyayê de ye demek nû dan "çekdarên tunrû", heta Duşemê, bo ji herêma veqetîner, a li dora dawîn asêgeha opozîsyonê ya sereke ye, derkevin.

Lê belê ew li erdên xwe man, û rêxistina tundrû ya bi navê Tehrîr el-Şam soz da ku dê şer berdewam bike -- tevî ku helwesteke belî derbarê rêkeftinê de nestandiye.

Roja Sêşemê, bêhtirî 24 saetan piştî dema dawîn, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand ku tu nîşan bo derketina Tehrîr el-Şam tune ne.

"Me roja Sêşemê tu vekişîn an pager li herêma veqetîner neşopandin," serokê rewangehê Ramî Ebdul Rehman got.

Rûsîya Sêşemê got ku rêkeftin tevî hinek têkçûyînan pêk tê.

Tu pertek ji Turkîyayê rû nedan, ku çavdêran got ew nîşaneke bo hiştina demeke din e daku bihêle rêkeftin bi temamî pêk were.

Newar Olîver, anelîzerekî Navenda Omran a Turkîyayê, got ku rêkeftin belkî hîn berên xwe dide, da zanîn jî ku tevlî bi awayekî fermî dem bi dawî bûye, xebatine berdewam bo pêkanîna rêkeftinê hene.

Olîver got ku hemû kesên xwedî berjewendî ne di vê rêkeftinê de, herwiha aktorên xwecihî, nas kirin ku dema ji rêkeftina giştî re hatiye dayîn dê ne bes be.

"Ew e sedema ku gerekdarî demeke bêhtir e," wî got.

Yek ji encamên pêkan bo rêkeftinê ew e dabeşbûna hundirî ya Tehrîr el-Şam.

Li gorî kurtenûçeyekê vê mehê ji hêla Navenda Omran, xuya dike ku serokê Tehrîr el-Şam Ebû Mehmûd Colanî rêkeftinê dipejirîne û herwiha bi Enîya Rizgarkirinê ya Netewî re ye , duyemîn rêxistina bihêz li Idlibê.

Koma duyem, bi serperştîya fermandarekî Mesrî ye, ku wî rêkeftin red dikir an jî çi beşdarbûn bi Enîya Rezgarkrinê ya Netewî re.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500