Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî 6 tunêlên DAIŞê li Nînewayê wêran dikin

Hêzên Îraqî şeş tunêlên "Dewleta Îslamî" (DAIş) wêran kirin û herwiha 40 bombeyên bidestçêkirî di operasyoneke berfireh de li Mûsilê, Fermandarîya Operasyonên Nînewayê îroj Duşemê (15ê Cotmehê) ragihand.

Operasyona artêşê di 24 saetên borî de pêk hat, fermandar Necim Edîn Kerîm Cibûrî wisa ji Diyaruna re anî ziman.

Cibûrî got ku "hêzên Îraqî şeş tunêl dîtin bi saya niştecihên xwecihî, agahîne hewalgirî û wêneine asmanî ku ji hêla hevpeymanîya navdewletî hatine pêşkêşkirin li çîyayên Baduşê û gundên Etşanayê li bakur û rojhilatî Mûsilê."

“Gelek çek, cebirxane û alavên ku deverên cîhanî dişopînin (GPS) hatin dîtin, herwekî çêkên cihêreng, ku di hundirê hersê tunêlan de bûn,” wî ragihand.

Cibûrî anî ziman jî ku “artêşê bi temamî hersê tunêl wêran kirin" û ew temirandin.

Hêzên ewlekarîyê herwiha 40 bombeyên bidestçêkirî li deverine cihêreng dîtin û wêran kirin, "di nav de neh bombe ku terorîstên DAIŞê ew li deverên niştecihbûnê çandibûn berî binketina wan li Mûsilê," Cibûrî eşkere kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500