Nûçeyên Iraqê

Polîsê Îraqî nahêle ku teqîn li orta Felûcayê biqewime

Hêzên Îraqî şeva Pêncşemê (11ê Cotmehê) du teqînên bidestçêkirî ji hev xistin, teqînên ku nêzîkî dikana dondirmeyê li orta Felûcayê hatibûn çandin, polîsê Îraqî li parêzgeha Enbarê ragihand.

"Teqîna bidestçêkirî qotîkeke kolayê bû dagirtî bi teqemenî û materyalên teqîner dagirtî bû û li himber dikaneke dondirmeyê hatibû çandin, dikana ku pêlîstokên zarokan û mase ji bo malbatan tê de hebûn," serokê polîsê Enbarê liwa Hadî Kesar Erzayic ji Diyaruna re got.

"Ew hate jihevxistin bê ku ti ziyan biqewime piştî ku xwedîyê dikanê polîs agadar kir derbarê têlên kehrebeyê yên ku ji teqîna bidestçêkirî hatibûn kişandin li himber dikana wî," wî got.

"Dema me dever li derdorê teftîş kir, teqîneke bidestçêkirî mezintir hat dîtin," wî got. "Divabû dever were valakirin, ji ber ne pêkan bû ku teqîna bidestçêkirî were jihevxistin bi awayekî kontrolkirî bê xisarên madî û mirovî."

"Gelek kesên gumanbar di operesyonê de hatin girtin û anîha ew rastî lêpirsînê tên," Erzayic got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500