Nûçeyên Iraqê

Rûsya tê şermezarkirin ji ber binavkirina Xûzeyên Sipî yên Sûrî weke "gefekê"

Rûsya di civîna NY de at şermezarkirn Pêncşemê (11ê Cotmehê) paş wê xwebarên ewlekirinê yên Sûrî yên bi navê Xûzeyên Sipî tên naskirin weke "gefekê" dîyar kirin û daxwaz kir ku ew ji welat werin derxistin, AFP Înê got.

"Hebûna Xûzeyên Sipî jêderekî gefê ye", nûnerê Rûsî di civîneke girtî ya Encumena Ewlekarîyê ya NY ya li ser daxwaza Moskoyê got, li gorî diplomatekî ku di civînê de amade bû, û daxwaz kir ku ew kom ji Sûrîyayê bê derxistin.

Nunerê Moskoyê hebûna wan li Idlibê, dawîn asêgeha herî mezin a opozîsyonê li Sûrîyayê, destnîşan kir, li gorî diplomatekî din ku navê xwe eşkere nekir.

Berevanîya Sivîl a Sûrîyayê, ku di 2013an de hatiye damezrandin, birîndarên êrîşên li ser deverên opozîsyonê ewle dikin.

Rûsya endamên ku li deverên li jêr kontrola Sûrîyayê weke xebatkarên ewlekirinê reçav nake, û ew wan bi têkildarîya bi rêxistinên terorî re gunehbar dike.

Li gorî gelek jêderên diplomasî, Amerîka, Brîtanya û Fransayê bi hêrs bersiv da.

Amerîka "gunehkarî û tometên Rûsyayê yên ne rast û bêbingeh şermezar kirin. Xûzeyên Sipî rêxistineke mirovî ye. Rûsya di belavkirina agahîyên çewt de berdewam e”, li gorî jêderan.

Hevdem Brîtanya bang li Rûsyayê kir ku "êdî nema dema encumenê wenda bike" û Fransa got ku ew "matmayî û bizdayî ye", û dewam kir ku "komê jîyana bi sedan kesan parastîye”.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500