Nûçeyên Iraqê

Rêxistinên hewarçûnê nîgeran in, dema bicihanîna rêkeftinê li Idliba Sûrîyayê ber bi dawî ve diçe

Rêxistinên Hewarçûnê Înê (12ê Cotmehê) haydarî ji derketina serencamên mirovî yên bed dan di egera pêkanîna rejîmê ji êrîşeke berfireh re li ser asêgeha dawî ya opozîsyona Sûrîyayê eger rêkeftin bi temamî di nava çend rojan de neyên pêkanîn, AFP ragihand.

Rûsya û Turkîyayê meha borî li hev kirin ku herêmeke veqetîner li derdor parêzgeha Idlibê ava bikin bo veqetandina çekdarên opozîsyonê û komên tundrew ji hêzên rejîma Sûrîyayê û çekdarên hevalbendên wê yên li ser tixûbên parêzgehê bi cih bûne.

Li gorî tifaqê, heta Duşemê bi komên tundrew re ye bo ew ji herêma veqetîn ya ku herêma ku sê milyon kesan vedihewîne hawîrdor dike vekişin, lê heta aniha tu nîşanek tevgerê tune ye.

Înê, rêxistinên mirovî yên hewarçûnê yên li Idlibê dixebitin haydarî da ku dibe binketin di encamdayîna rêkeftinê de bibe sedema gereke nû ya tundûtûjîyê û bêwarbûyîneke berfireh biqewime.

Rêxistinên navxweyî hevpar û sivîlên "tirsa xwe ji egera derketina tundûtûjîyê di rojên nêzîk de eger rêkeftin bi bin ket yan jî pevçûnên heyî li deverê nehatin kontrolkirin anîn ziman", wan got.

"Bi tenê êrîşeke serbazî ya sînordar dikare bibe sedema bêwarbûyîna bi hezarên xelkê," Guhlêdana navdewletî (CARE), Komîteya Ewlekirina Navdewletî (IRC), Mersy Korps û Save the Children di daxuyanîyekê de ragihandin.

Dora nîvê şênîyên li Idlibê dijîn ji malên xwe li deverên din ên Sûrîyayê revîyan, li gorî NY, û gelek ji wan xwe dispêrin hewarçûnê û alîkarîyê.

"Eger rêkeftin bi bin ket û operasyonên serbazî dest pê kirin, bi sed hezaran xelk dê ji alîkarîya ku ew werdigirin mehrûm bimînin," Lorraine Bramwell, birêvebera IRC li Sûrîyayê ragihand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500