Nûçeyên Iraqê

Kurdên Sûrîyayê dibêjin ew 900 çekdarên DAIŞê yên biyanî digirin

Hêzên Kurdî yên Sûrîyayê yên şerê “Dewleta Îslamî” (DAIŞ) dikin roja Pêncşemê (11ê Cotmehê) gotin ku wan dora 900 çekdarên rêxistinê yên biyanî girtine, AFP ragihand.

Di cengine dorûdirêj de bi DAIŞ re, Yekîneyên Parastina Gel ên Kurdî (YPG) bi hezaran endamên DAIŞ, Sûrî û kesine din girtine.

"Dora 900 terorîstên DAIŞê di girtîgehên me de ne.... ku ji 44 welatan in," peyvdarê YPG Nûrî Mehmûd wiha got.

Ev bilindbûneke belî ji hejmara 520an e, ku ji hêla berpirsekî Kurd ê din meha borî hatiye pêşkêşkirin.

Mehmûd ragihand ku "şer berdewam e û heta niha em terorîstan digirin," da zanîn jî ku şer li dijî DAIŞê berdewam in li rojhilatê Sûrîyayê. "Hejmara cengan di mehên dawîn de di navbera hêzên me û DAIŞê de bêhtir bûne."

Desthilatên Kurdî gotin ku ew tu çekdarên biyanî mehkeme nakin, û her û her ji welatên wan dixwestin ku wan vegerînin.

Lê belê gelek welat di vegerandina wan de dudil dibûn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500