Nûçeyên Iraqê

UNICEF doza peydakirina gunlêdaneke tenduristî bo Sûrîyên dorpêçkirî dike

NY roja Çarşemê (10ê Cotmehê) alîyên ku li Sûrîyayê şer dikin han da ku bihêlin xizmetguzarîyên bijîşkî yên sereke radestî deh hezaran Sûrî bikin ên li biyabanê li nêzî sînorên Urdinê dorpêçkirî ne, AFP ragihand.

UNICEF roja Çarşemê got kudu dergûş beyî ku bigihên nexweşxaneyê mirin di 48 saetên borî de li nêzî dergeha Rukbanê ya sînorî.

"Careke din, UNICEF bang li hemû alîyên şe li Sûrîyayê dike û herwiha ew kesên ku serwertîya wan dikin, ku bihêlin û gihandina xizmetguzarîyên sereke hêsan bikin di nav de tenduristî bo zarok û malbatan," birêveberê ajansa Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, Cîrit Kapyêler got.

"Ev kêmtirîn asta rûmeta mirov e."

Par NY ragihandibû ku dora 45,000 kes li Rukbanê dorpêçkirî bûn, Rukban kampeke nefermî li nêzî sînorên Sûrîya bi Urdinê û Îraqê re ye.

Di dema ku navendeke dermankirinê li alîyê din ê sînorê Urdinê ku her bi rewşên lezgîn re têkildar dibe, rewş doza pûtepêdaneke tenduristî ku bêhtir pêşketî be dike ku "tenê li nexweşxaneyan peyda dibe," NY got.

Kapyêler anî ziman ku rewş bo niştecihên Rukbanê "dê kambaxtir bibe bi hatina werzê zivistanê re, bi taybetî gava dîgreyên germahîyê dakevin jêr xala cemidandinê."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500