Nûçeyên Iraqê

Serokwezîrê nîşankirî bang Îraqîyan dike ku bi rêya înternetê tevlî kabîneya hikûmetê bibin

Serokwezîrê Îraqî yê destnîşankirî Adil Ebdul Mehdî malpereke enternêtê saz kir Sêşemê (9ê Cotmehê) daku rê li ber berendaman veke ku navên xwe bo cihekî wezarî li ser înternêtê tomar bikin di demekê e ku ew hazirîya pêkanîna hikumeteke nû dike, AFP ragihand

Ev rêkara nûjen tê di demekê de ku Ebdul Mehdî, cîgirê serokê Îraqê yê berê, di cengenan de ye daku zora nakokîyên siyasî yên tund yên di navbera partîyan de bibe û herwiha çêkirina hevpeymanîyeke serwer ku karibe xwe ragire.

Ebdul Mehdî di 2yê meha Cotmehê de weke serokwezîr hat danîn, û li gorî mercên destûrê, heta 1ê Mijdarê pê re ye ku hikumeta xwe saz bike.

Malpera nû derfetekê dide berendaman heta sê rojan -- ji sibeha Sêşemê heta Pêncşemê piştî nîvroyê -- daku xwe li ser enternêtê tomar bikin bo cihekî wezarî.

Divê ev kes datayên xwe tomar bikin, alîyên xwe yên siyasî destnîşan bikin û herwiha zelal bikin gelo ew girêdayî tu partîyê ne, li gorî mercên tomarkirinê yên li ser enternêtê.

Jin û mêr çêdibin xwe tomar bikin. Divê kesên xwe pêşkêş bikin xwedî bawernameyeke zanîngehê bin an jî bawernameyeke ku di asta wê de bin -- ew tiştekî bingehîn e daku ew tevlî hikumetê bibin.

Çêdibe paşê berendam wezareta ku tê de kar bike bibjêrin û divê daxuyanîyeke biçûk binivîsin derbarê nêrîna wan a ku çi dihêle "rêber serkeftî" be û "çawa dikare tîman bi çalakîbûn bi rê ve bibe."

Herwiha ji wan tê xwestin ku di daxuyanîya xwe de nêrîna xwe bidin derbarê çawa dê pirsgirêkên ku rastî wezaretê bên çareser bikin wezareta ku wan bijartiye û "çareserîyên piraktîk" çawa pêk bînin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500