Nûçeyên Iraqê

Sûrîya lêborîna giştî derheqê veqetîyayên ji artêşê, û kesên leşkerî nekirine derdixe

Serokê Sûrîyayê Beşar Esed lêborîneke giştî Sêşemê (9ê Cotmehê) ragihand derheqê gelek kesên ji artêşê veqetîyayî û kesên xwe ji leşkerîya neçarî bi dûr kirine di dema şerê navxweyî yê heft-salî de li welat, AFP ragihand.

Bi hezaran leşkerên Sûrî ji artêşê veqetîyan ji dema destpêkirina şer di 2011an de, û hinek ji wan tevlî rêzên hêzên opozîsyonê bûn û yên din yan xwe veşartin û yan jî çûne derveyî Sûrîyayê.

Tê payîn ku hejmareke nêzî vê hejmarê xwe dûrî erkê leşkerîya neçarî kirine.

Tirsa ji şandina bo xetên pêşîn ên şer nahêle ku gelek penaberên Sûrî vegerin welatê xwe.

Roja Sêşemê, Esed "lêborîneke giştî derxist derheqê kesên ji artêşê veqetîyayî çi yên li welat çi yên li derve", Ajansa Nûçeyan a SANA, a hikûmetê, ragihand.

Kesên ku ji artêşê veqetîyane û hîna li welat in divê xwe di nava çar mehan de radestî desthilatdarîyên Sûrîyayê bikin.

Kesên ku ji artêşê veqetîyane û ji Sûrîyayê revîyan e bi tenê şeş meh bi wan re hene bo ew xwe radestî alîyên pêwendîdar bikin, li gorî SANA.

Lê ne xûyayî ye gelo ev lêborîna giştî sûcdarên ku şerê artêşa Sûrîyayê kirine dihundirîne yan na.

Di demekê de ku dibêje ew ji "cezayê" tên efûkirin, lêborîna ku Sêşemê hatiye derxistin zelal nake gelo kesên revîyayî û yên xwe ji leşkerîya neçarî bi dûr kirine dê bo leşkerîyê werin şandin yan na.

Tê payîn ku dora 150,000 Sûrî ji leşkerîya neçarî revîyayî ne, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

Gelek lêborînên hevşêwe hatine ragihandin di van salên dawî de lê belê ne dîyar e ka çend Sûrîyan ji van lêborînan sûd wergirtiye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500