Hêzên Îraqî dest danîn ser bêhtir ji 100 Katyûşayên meda kurt û weset û rokêtên Grad, û hinek rokêtên xwemalî yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li biyabana Enbarê, Fermadarîya Operasyonên Enbarê Pêncşemê (4ê Cotmehê) got.
Fermandar, lîwa Mehmûd Felahî ji Diyaruna re ragihand ku wan herwiha cebilxane, mûşek û alavên pêwendîkirinê dîtin.
"Artêşê veşartgeheke jêrzemînî li biyabana Enbarê dît, ku toneke cebilxane û teqemenî, heft êlekên teqîner û 141 rokêt dihundirandin," wî got.
"Dest li ser tiştên di nav veşartgehên de hat danîn, û veşartgeh hat teqandin daku endamên DAIŞê dubare nevegirin wê," Felahî eşkere kir.
Felahî da zanîn ku tê payîn veşartgehê "paşmahîyên mayî yên DAIŞê bi tiştên girîng û pêwîst bo pêkanîna hejmarek ji operasyonên vê dawî zêde kir", Felahî got.