Nûçeyên Iraqê

Sekreterê Giştî yê NY hêvî dike ku hikûmeta Îraqî "bilez" were pêkanîn

Sekreterê Giştî yê NY Antonyo Guteres Çarşemê (3yê Cotmehê) got ku ew hêvî dike pêkanîna hikûmeta Îraqî bi awayekî "bilez" be û hikûmet hemû alîyan "bihundirîne", paş hilbijartina serokê dewletê, AFP ragihand.

"Sekreterîya giştî hêvî dike ku dê hilbijartina serokê dewletê rê li ber pêkanîna hikûmeteke pirpêkhate li gorî pêbendîyên destûrî xweş bike," Guteres di daxuyanîyekê de got, daxuyanîya ku pîrozbahî ji Berhem Salih re şandin bi boneya hilbijartina wî weke serokê nû yê Îraqê.

Salih derengîya roja Sêşemê ji Adil Ebdul Mehdî -- yê weke serbixweyekî tê naskirin -- xwest ku hikûmeta Îraqî ya dahatî pêk bîne, çend demjimêran paş ku ew weke serok were hilbijartin.

Serokwezîrê destnîşankirîrûbirûyî sipartekeke zehmet tê, ew jî bidawîkirina nakokîyan di navbera alîyên siyayî yên Îraqî de yên ku bi kûrahî perçebûyî ne.

Bloka herî mezin serokwezîr destnîşan dike û hikûmeta dahatû pêk tîne, lê xîzên hevpeymanîya nû ya hukimran hîna nehatine kişandin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500