Nûçeyên Iraqê

3 endamên DAIŞê tên girtin, û 5 tunêl tên wêrankirin li bakurê rojavayê Îraqê

Hêzên hevbeş ên Îraqî, bi piştgirîya balefirên şer ên artêşê, sê endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) girtin piştî cihê wan hat destnîşankirin û otombîla wan hat rûxandin li parêzgeha Enbarê, Fermandarîya Operasyonên Hevbeş ên Îraqî Çarşemê (3yê Cotmehê) ragihand.

Her sê terorîstan otombîl li paş hişt û "ew raviyan paş ku wan balefirên me dîtin", peyvdarê fermandarîyê, emîd Yehya Resûl di daxuyanîyekê de got. "Lê belê yekîneyên ewlekarîyê yên fermandarîyê bi dû wan ketin û ew li başûrê Rutbayê giritn".

Resûl got ku herwiha balefirên şer ên artêşê pênc tunêlên DAIŞê li Hedir wêran kirin" di çarçoveya xebatên piştgirîkirina Fermandarîya Operasyonên Selahedînê. Hedir di navbera parêzgehên Nînewa û Enbarê de ye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500