Nûçeyên Iraqê

Wezîrê Berevanîyê yê Amerîkî hişyarîyê ji "şerekî tund" bo derkirina DAIŞê dide

Hevpeymanîya navdewletî ya şerê "Dewleta Îslamî" dike rastî "şerekî tund" tê bo derkirina tundrewan ji asêgeha wan a dawî li Sûrîyayê, Jim Matis Wezîrê Berevanîyê yê Amerîkî îro Sêşemê (2ê Cotmehê) got.

Di demekê de ku tundrewan teqrîben hemû "xîlafeta" xwe li Îraq û Sûrîyayê ji alîyê xwe ve berî çar salan îlan kir ji dest da, Matis hişyarî da ku wêrankirina rêxistinê bi temamî "dê hinek demê dirêj bike", AFP ragihand.

Matis li Parîsê ji rojnamevanan re got ku "tu şaştîyan nekin ji ber DAIŞ ji hundir ve hilweşiyaye, wan bi rêbazê xwe yê taybet navend qayim kiriye ji ber zor li wan hat ku li tenê 2% ji erda xwe ya eslî bimînin".

"Ew dê şerekî zehmet be, ez naxwzim tu kes bi keve xeyalan de," wî anî ziman.

"Em dê bi ser bikevin lê dê hinek demê ji me bixwe."

Meha borî serokê erkanê Fransayê, ê ku hêzên wan di hevbendîya şerê DAIŞê dike de hene, texmîn kir ku tundrew dê erdê xwe li Sûrîyayê ji dest bidin di Kanûna Duyem de.

François Lecointre pêşbînî kir ku "dawîya hebûna xilafeta DAIŞê berî dawîya salê be, û dibe ku di dawîya payîzê de be".

DAIŞê hemû navendên xwe yên bajarî li Îraq ji dest dan û meha bûrî Hêzên Sûrîya Demokratîk dest bi operesyoneke nû kir da ku rêxistinê ji asêgehên wê yên dawî li başûr û rojhilatê Sûrîyayê der bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500