Nûçeyên Iraqê

Rewangeh: Hejmara kuştîyên sivîl meha Îlonê di asta herî kêm de ye di şerê Sûrîyayê de

Hejmara sivîlên kuştî di meha borî de li Sûrîyayê di asta xwe ya herî kêm de bû ji destpêka şer ve berî heft salan, AFPê roja yekşemê (1ê Îlonê) ragihand.

Bi giştî 139 sivîl hatine kuştin, 58 ji wan zarok in, di rûdanên tundûjî de li seranserê Sûrîyayê di meha Îlonê de, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

Serokê Rewangehê Samî Ebdul Rehman got ku ew "hejmara mehan ya kuştîyan ya herî kêm bû" ji destpêka alozîyê ve di Adara 2011an de.

Ji 1,059 kesên ku meha borî mirin, 436 ji wan çekdarên opozîsyonê bûn, 239 ji wan leşker û milîtanên ser bi rejîmê bûn û 236 ji wan tundrew bûn. Nasnameya neh kesên din ne dîyar e.

Hejmara mehane ya kuştîyên sivîl ya herî zêde ku Rewangehê tomar kiriye 6,657 bû ku di Gulana 2015an de bû.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500