Nûçeyên Iraqê

Polîsê Îraqî lîderekî DAIŞê li Enbarê digirin

Hêzên Îraqî Yekşemê (30 Îlonê) endamekî pile bilind ê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li parêzgeha Enbarê girtin, Fermandarîya Operasyonên Enbarê Duşemê ragihand.

"Bi xwesipartin bi raportên hewalgirî û bi saya hevkarîya şênîyan, hêzên ewlekarîyê serkirdeyekî mezin ê DAIŞê li Taemîm li Remadî, li nêzî Zanîngeha Enbarê girtin," serokê polîsê Enbarê, lîwa Hadî Kesar Erzayic ji Diyaruna re eşkere kir.

Erzayic got ku Mihemed Ednan bi saya hevahegîya ligel xelkê hat girtin, piştî ku wan polîs ji tevgera wî xeberdar kir.

"Nasname û belgeyên sexte bi wî re hatin dîtin," Erzayic got, û da zanîn "lêpirsînên destpêkî dîyar dikin ku wî pilan dikir pasportekê derbixe û bireve derveyî Îraqê".

Erzayic eşkere kir ku lêpirsîn bi kesê girtî tê kirin û ew li benda veguhestina bo dadgehê ye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500