Nûçeyên Iraqê

Îran "terorîstan" li Sûrîyayê mûşekbaran dike paş êrîşeke kujêner

Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) Duşemê (1ê Cotmehê) ragihand ku wê dê êrîşeke bi mûşekan li ser baregehên "terorîstan" li sûrîyayê pêk bîne weke tolhildanekê ji kuştina 24 kesan li bajarê Ahwaz ê Îranî, AFP ragihand.

Serokê Îranî Hesen Rohanî soz dabû ku bersiveke "dijwar" li hember êrîşa meha borî nîşan bide -- ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li ser merasîmeke leşkerî pêk anî di salvegera cenga 1980-1988 a Îranî-Îraqî.

"Baregehên alîyên berpirsyar ji tawana terorî li Ahwazê li rojhilatê Feratê berî çend xulekan rastî êrîşê hatin bi çend mûşekên balistî ji alîyê hêza asmanî ya Pasdarên Şoreşgêr," Pasdaran got.

Ajansa nûçeyan a Faris got ku Pasdaran "hejmarek ji mûşekên mewda-weset" ên celebên Zulfefqar û Qiyam berdan, û wan bajarokê Elbû Kemal ê Sûrî kir armanc, yê ku li ser Çemê Feratê ye, li rojhilatê parêzgeha Dêra Zorê.

Li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, "teqînên mezin vê berbangê (Duşemê) qewimîn li dawîn molgeha li jêr kontrola DAIŞê li nêzî Elbû Kemal".

Elbû Kemal, li ser sînorê bi Îraqê re ye, û hêzên rejîma sûrî û milîsên ser bi rejîmê ve bajar kontrol dikin piştî ku ew sala 2017an ji dest DAIŞê derxistin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500