Nûçeyên Iraqê

Rewangeh: Di êrîşên Rûsyayê yên 3 salan de li Sûrîyayê 18 hezar kes tên kuştin

Zêdetir ji 18,000 kesan, nîvê wan sivîl in, hatine kuştin di êrîşên asmanî yên Rûsî de li Sûrîyayê ji dema ku Mosko dest bi destêwerdanê kir berîya sê salan, AFP Yekşemê (30ê Îlonê) ragihand.

Rûsyayê, ji alîyê xwe ve, got ku" êrîşên wê yên tekûz", 85 hezar "terorîst" kuştine.

Hevalbenda rêjîma Sûrîyayê Rûsya, ji 30ê îlona 2015an de dest bi bombebarankirinan li Sûrîyayê kiriye, û heta aniha 18.096 kes kuştine, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

"Ji vê hejmarê 7.988 sivîl in, wate nîvê hejmara giştî ne," serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman got.

Rewangehê got ku 5,233 çekdarên "Dewleta îslamî" (DAIŞ) di êrîşên Rûsî de hatine kuştin û kuştîyên din ji şervanên opozîsyonê ne, ligel hejmarek ji hêzên tundrew.

Komîsyona berevanîya Rûsyayê gelek hejmarên cuda Yekşemê ragihandin.

"Hemû êrîşên asmanî terorîst kirine armanc û hîna jî terorîstan dikin hedef," serokê komîsyonê Vîktor Bondarew ji ajansa Interfaxê re ragihand.

Komên mafên mirov û hikûmetên rojavayî, rexne li operasyonên asmanî yên Rûsyayê li Sûrîyayê dikin û dibêjin Rûsya bînezasîya sivîl dike armanc.

Xûzeyên Sipî roja Yekşemê di raportekê de got ku Rûsyayê ji 2015an ve gelek êrîş birin ser avahiyên ku sivîlên ew bi kar tanîn.

Xûzeyên Sipî daxuyand ku bombebaranan19 dibistan, 12 bazarên giştî û 20 avahîyên nûjdarî bi dirêjahîya sê salan kirin armanc, herwiha 21 navendên rêxistinê jî.

"Rûsya sivkatîyê bi rêkeftinên herêmên ewle, herêmên bê-şer, rawestandina pevçûnan, û zonên kêmkirina şer dike bi rêya berdewamkirina êrîşên asmanî li ser deverên sivîl," Xûzeyên Sipî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500