Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî operasyonên serbazî li biyabana Enbarê diqedînin

Qonaxa yekem a operasyonên artêşa Îraqî li biyabana Enbarê encamên baş girtin û qedîyan, Fermandarê Operasyonên Enbarê, lîwa Mehmûd Felahî Înê (28ê Îlonê) ragihand.

"Pêngava serbazî, ya ku Şemîya borî li biyabana Enbarê û deverên hevsînorê Sûrîyayê dest pê kirin, bûn encama kuştina 39 terorîstan li biyabana rojavayî," Felahî ji Diyaruna re ragihand.

"Çendîn endamên tên xwstin hatin girtin, 58 bombeyên bidestçêkirî hatin çepelkirin, û dora 100 bombeyên bidestçêkirî û navgînên bombrêjkirî hatin rûxandin," wî got.

Felahî eşkere kir ku hêzên Îraqî dest danîn li ser çekan û çendîn navgînên DAIŞê di operasyonê de.

"Balefirên me yên şer herwiha çendîn tunêlên raz û komgehên jêrzemînî yên çekan wêran kirin," wî got, û piştrast kir ku qonaxa yekem a operasyonan armancên xwe bi dest xistin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500