Nûçeyên Iraqê

DAIŞ gefa pêkanîna êrîşên bêhtir li dijî Îranê dike

"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) Çarşemê (26ê Îlonê) gefa pêkanîna êrîşên nû li Îranê kir, çend rojan paş ku wê berpirsyarîya xwe ji êrîşeke kujêner li ser merasîmeke leşkerî li başûr-rojavayê welat angaşt kir, AFP ragihand.

Îran "ji tora pîrê jî qelstir e, û bi alîkarîya Xwedê, tiştê tê dê xerabtir û tehltir be", rêxistinê di daxuyanîyekê de ku li ser Telegram hatiye weşandin got.

Desthilatdarîyên Îranê "cîhadîyên cudaxwaz" bi pêkanîna êrîşa roja Şemîyê li başûrê rojavayê bajarê Ahwazê gunehbar kirin, êrîşa ku 24 kes tê de hatin kuştin, di nav de zarokekî çar-salî û hinek sivîlên din.

Êrîşê merasîmeke serbazî, ku bo salvegera cenga Îranî-Îraqî ya 1980-1988 hatibû lidarxistin, li parêzgeha Xûzestan armanc kir.

Ew herêma sînorî, ku warê komelgeheke mezin a netewa Ereb e, meydana şer a sereke bû û ji 2005 heta bi 2011an alozî jîyan kiriye.

Rayedarên Îranî bi xar cudaxwazên Ereb gunehbar kirin, yên ku angaş kirin ku ew li pişt alozîyên berî êrîşê ne, û gotin ku ew ji alîyê hinek dewletên Kendavê ve tên piştevanîkirin.

Ev îdîa bêhtir hat çesipandin piştî ku tevgereke bi navê "Berxwedana Niştîmanî ya Ahwazê", ku komeke cudaxwaz a Ereb e, berpirsyarîya xwe ji êrîşê angaşt kir.

Lê belê DAIŞê bi lezûbez berpirsyarîya xwe ji êrîşê angaşt kir û paşê vîdyoyek belav kir ku tê de çend zilam derdikevin û dibêjin ew in êrîşker.

Di tomareke deng a sê-xulek de ku roja Çarşemê hatiye belavkirin, peyvdarê koma tundrew Ebû Hesen Muhacir got ku Îran "ji şoka xwe ya tirsbar rehet nebûye, û bi hêvîya Xwedê dê ne ya dawî be".

Roja 7ê Hezîrana, 2017an li Tehranê, 17 kes birîndar bûn di êrîşên li ser parleman û herwiha goristana lêvegerê şoreşgêrî Ayetulah Rûhelah Xumênî -- di pêşîn êrîşên li hundirê Îranê yên ku DAIŞê li xwe girtin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500