Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî bermayîyên DAIŞê dişopîne

Hêzên Îraqî endamekî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kuştin û çar kese din girtin di operasyonekê de li ser tixûbê di navbera parêzgehên Dîyala û Selahedînê de, Fermandarîya Operasyonên Hevbeş Pêncşemê (27ê Îlonê) ragihand.

"Di operasyonekê de ku roja Çarşemê hatiye destpêkirin, hêzên hevbeş terorîstekî ku êlekî teqîner li xwe kiribû li nêzî bajarokê Ezîmê kuştin, û hejmarek ji bombeyên bidestçêkirî bê bandor kirin, û du hawen û avêjereke rokêtan rûxandin" Fermandar, ferîq Mizher Ezawî ji Diyarûna re eşkere kir.

"Sê tunêl, ku yek ji wan bi dirêjahîya 900 metran e û mişt çek, cebilxane, xwarina qotîyan, derman û bandec e, li Celawlayê (li bakur rojhilatê Dîyalayê) hatin dîtin," Ezawî got.

Ezawî diyar kir ku çar gumanlêkirî di operasyonê de hatine girtin, û got dê operasyon bidome "heta ku armancên wên bên bidestxistin"

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500