Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî tunêlên DAIŞê li nêzî Hedîsayê wêran dikin

Şeş tunêlên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatin wêrankirin li deverekê di navbera Sînîya û Hedîsayê de, Wezareta Berevanîya Îraqê Sêşemê (25ê Îlonê) ragihand.

"Bi hevahengî ligel Fermandarîya Operasyonên Selahedînê, balefirên şer ên Îraqî şeş tunêlên ku 10 bombeyên bidestçêkirî, mûnetê xwarinê û jenetorekî kehrebeyê li Girava Sîniyayê, li nêzî Hedîsayê, wêran kirin," peyvdarê wezartê, emîd Yehya Resûl di daxuyanîyekê de got.

Resûl dîyar kir ku artêşê li armancine din jî dane, di nav de du navgîn bombrêjkirî, û tankereke sûtemenîyê û "bagirek ku bo kolandin û avakirina wargehên jêrzemînî li biyabanê dihat bikaranîn", wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500