Hêzên hevbeş ên Îraqî operasyoneke serbazî ya berfireh dest pê kirin bo hilweşandina şanên ''Dewleta Îslamî'' (DAIŞ) li deverên di navbera parêzgehên Dîyala û Selahedînê de, Fermandarîya Operasyonên Dîyalayê Çarşemê (26ê Îlonê) ragihand.
Fermandar ferîq Mizher Ezawî got ku operasyona ku bi alîkarîya asmanî tê pêkanîn, armanc dike ku şanên DAIŞê têk bibe û kesên tên xwestin bişopîne li wan deveran.
''Qonaxa yekem a operasyonê deverên Safit, Talea 1, Telea 2 û Ezîm û gundên Elbû Terez, Elbû Bekir, Elbû Ewad û Elbû Henêhenê li ser rêya diçe Bendava Ezîmê, li bakurê Dîyalayê dide ber xwe,'' wî dîyar kir.
''Qonaxa duyem ji Bendava Ezîmê dest pê dike û heta bi Pira Zerqayê diçe, û Amerlî, Tûz, Serha, Meftûl û Sulêman Beg dihundirîne,'' got.
''Hêzên Ewlekarîyê şopandina kesên li dijî yasayê li seranserê Îraqî didomînin bo parastina ewlehîyê û misogerkirina aramîyê,'' Ezawî daxuyand.