Nûçeyên Iraqê

5 çekdarên DAIŞê tên kuştin li Kerkûkê

Pênc çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatin kuştin di pevçûnan de ligel hêzên Îraqî li Hewîcayê, li parêzgeha Kerkûkê, Fermandarîya Operasyonên Hevbeş a Îraqî Duşemê (24ê Îlonê) ragihand.

"Hêzên Îraqî duh şev ketin pevçûnan de ligel çekdarên DAIŞê di dema pêkanîna mîsyoneke ewlekarî de li gundê Zênîyayê, li rojhilatê Hewîcayê,'' peyvdarê Fermandarîyê , lîwa Yehya Resûl ji Diyaruna re dîyar kir.

''Pevçûn qewimîn piştî ku hêzên hevbeş hewl dan ku derbasî avahîyeke terikandî bibin bo piştrast bibin ku tu metirsîyeke ewlehî li wir tune ye,'' wî got.

''Terorîst hatin kuştin piştî wan red kir teslîm bibin û çek berdan hêzên ewlehiyê,'' wî daxuyand, û da zanîn ku çek û teqemenî li avahîyê hatin dîtin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500