Hêzên Îraqî û yên hevpeymanîya navdewletî 15 tundrû kuştin di hundirê çikeftekê de li bakur-rojavayê Ekaşatê li parêzgeha Enabrê, Fermandarîya Operasyonên Enbarê îroj Pêncşemê (20ê Îlonê) ragihand.
"Pazdeh terorîst hatin kuştin êvara Çarşemê di şikeftekê de ya kanên fosfatê li bakur-rojavayê Ekaşatê, li nêzî Qayîm û sînorên Sûrîyayê," fermandar lîwa Mehmûd Felahî ji Diyaruna re got.
Wî got ku balefirên hevpeymanîya navdewletî şikeft wêran kirin, berî ku hêzên artêşê bigihêjin deverê, ku wan vestên teqîner, teqemenî û cebirxaneyên ku li tundrûyan vedigerin desteser kirin.