Nûçeyên Iraqê

NY: Hîna Rûsîya û Turkîya li ser hûrgulîyên rêkeftina Idilbê dixebitin

Rêkeftina bo dûrxistina êrîşa hikumeta Sûrîyayê ya li ser parêzgeha Idlibê hîn ji hêla Rûsîya û Turkîyayê tê lêkolînkirin, NY îroj Pêncşemê (20ê Îlonê) ragihand, herwiha dîyar kir ku metirsîya ku gefan li sivîlan dixwe hîna bilind e.

"Ev ne rêkeftineke aştîyê ye. Ew dûrketina ji rêkeftineke şer a berfireh e," Can Egeland, serokê şandera mirovatîyê ya NY bo Sûrîyayê, ji rojnemevanan re got li Cinêvê.

Hikumeta Sûrî ya ku Rûsîyayê piştevanîya wê dike û opozîsyona ku Turkîyayê piştevanîya wê dike gihaştin lihevkirinekê daku devereke bêçek ava bikin li Idlibê, dawîn asêgeha opozîsyona Sûrîyayê, ku nîvê niştecihan ji eslê sê milyonan ji deverên ku hêzên Sûrî ew vegerandine, koç bûne.

Di dema ku tîma kar li rêkeftinê mêze kirine roja Pêncşemê, şanderên Rûs û Turk eşkere kirin ku "ew hîna kar dikin ... li ser hûrgulîyan," Egeland ragihand.

Hêvîya xwe anî ziman ku ew nîşanek be ku bibêje "şerê mezin hat dûrxistin" li Idlibê, AFP ragihand.

Egeland got ku "ez egereke mezin bo şer dibînim." "Em li ser sivîlên li van deveran ditirsin, ji lew re hîn rêkeftin bi dawî nebûye."

NY her û her hişyar dikir ku êrîşeke berfireh li ser Idlibê çêbibe belkî bûyerine hîn xerabtir pêk bîne di şerê Sûrîyayê yê ku heft salan dom kiriye de, ku di encamê de bêhtir ji 360,000 kes kûştiye û bi milyonan penaber kiriye.

Tevî van nîgeranîyên berdewam, Egeland got ku ew "vehesandî ye" aniha.

"Encam li vir çareserîyên jîwarî yên herî kêm bûn," wî ragihand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500