Nûçeyên Iraqê

Dadgeheke Îraqî hukmê mirinê li "cîgirê serkirdeyê DAIŞê" dibire

Dadgeheke Îraqî îro Çarşemê (19ê Îlonê) hukmê mirinê ji ber gunehê terorîzmê li tundrewekî navdar birî, tundrewê ku weke cîgirê serkirdeyê "Dewleta Îslamî" Ebû Bekir Bexdadî tê, AFP got.

"Gadgeha tawanbarîyê ya Kerxê li Bexdayê kukimê mirinê di rêya bidarvekirinê li serkirdeyê DAIŞê yê herî navdar birî, yê ku weke cîgirê Bexdadî kar kir," peyvdarê dadmendî Ebdil Setar Bêreqdar got.

Smaîl Elwan Selman elÎswî ji Tirkîyayêhat derkirin di destpêka vê salê de piştî ku ji Sûrîyayê revî ji ber "xîlafet" hilweşiya weke ku rêxistinê ragihand.

Ew hat şopandin û girtin di rêya alîkarîya di nav ajansên istixbaratên Tirkî,Îraqî û Amerîkî, berpirsekî Îraqî yê berz di Sibatê de ji AFP re got.

Welatîyekî Remadîyê ye, el-Îsewî hat tawanbarkirin ku wê di gelek payeyan di nav de "wezîr" berpirsê fermanên olî cih girtiye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500