Şaneke çar-endam a "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ku plan dikir êrîşan li ser sazîyên hikûmetê û deverên medenî li Remadîyê pêk bîne hat girtin, Fermandarîya Operasyonên Remadî Sêşemê (18ê Îlonê) ragihand.
"Hêzek hevbeş a yekîneyên hewalgirîya artêşê û Ajansa Dijî Terorê operasyoneke taybet ku 12 demjimêran dirêj kir pêk anî, û di encamê de çar terorîstên DAIŞê li deverên cuda li navend û rojavayê Remadî hatin girtin," fermandar lîwa Mehmûd Felahî ji Diyaruna re ragihand.
Wî eşkere kir ku girtî şanek pêk anîbûn ku plan dikir êrîşan li ser cihên sivîl û sazîyên hikûmetê pêk bîne bi rêya bikaranîna teqemenîyên bidestçêkirî yên bi wan re hatin dîtin.
Felahî dîyar kir ku her çar bo girtîgeheke ewlehîyê hatin veguhestin bo rastî lêpirsînê werin.